Washington û Hewlêr tekîd dikin ku divê çareserî siyasî be
Li gor malpera fermî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya balyozê Amerîka li Iraqê Robert S. Beecroft kir û di hevdîtinekê de rewşa niha ya Iraqê, bi taybet piştî kontrolkirina çend navçeyan ji aliyê DAÎŞê ve gotûbêj kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û balyozê Amerîka li Iraqê tekîd kirin ku pirsgirêkên niha yên Iraqê di encama siyaset û awayê birêvebirina proseya siyasî li Iraqê de derketine holê.
Her du aliyan herwiha gotin ku ji ber vê yekê çareserkirina pirsgirêkan di pileya yekem de divê çareseriya siyasî be û diyar kirin ku operasyonên leşkerî û rûbirbûna çekdaran bi tenê nikare pirsgirêkan çareser bike.
Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinê de got ku ji bo vegerandina aramiyê li Iraqê divê hizr li çareseriya aştiyane ya siyasî bê kirin û rewşek li Iraqê çêbibe ku hemû pêkhateyên civaka Iraqê bi hevbeşiya rasteqîne di desthilat û proseya siyasî bihisin.
Rudaw
