• Saturday, 14 February 2026
logo

Davutoglu: Tirkiyê ti carî piştgiriya DAÎŞê nekiriye

Davutoglu: Tirkiyê ti carî piştgiriya DAÎŞê nekiriye
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu dibêje ku rêxistinên wek Qaîde û DAÎŞê rêxistinên terorîstin û Tirkiyê ti carî piştgirî nedaye wan.

Davutoglu li navenda diyaloga stratejîk a Almanî li Tirkiyê piştî civîna bi wezîrê derve yê Almanya Frank-Walter Steinmeier re, ji çapemeniyê re got “Kî belge di destê wî de hene ku Tirkiyê piştgiriya rêxistinên terorîstî dike, bila wan belgeyan aşkere bike”.

Davutoglu diyar kir ku hikûmeta Sûriyê berpirsyarê yekeme li ser wan bûyerên terorîstî yên ku li Sûriyê diqewimin û got “Rejîma Esed bi terora xwe li dijî gelê Sûriyê ev atmosfêra terorê li wî welatî afirand û niha jî derbasî Iraqê bû”.

Opozîsyona Tirkiyê hikûmeta AKPê tometbar dike ku ew piştgiriyê dide rêxistinên îslamî yên tundrew wek DAÎŞê.

Rudaw
Top