Çekdarên Da`iş Êrîşî Ser Du Bajarokên Ser Bi Kerkûkê Ve Kirin
Jêderekî ji polîsên bajêrê Kerkûkê ji PNA re ragihand, ku duh êvarî çekdarên Da`iş li derdorê bajarokê Dubiz û bajarokê Mela Ebdullah, dest bi şerr kirin.
Evî jêderî weha jî da zanîn, ku çekdarên Da`iş bi gulle hawinan êrîşî ser hêzên pêşmerge kirine û hêzên pêşmerge û polîsn qeza û deverên bajêrê Kerkûkê jî bi gulle hawin bersiva wan dane.
Weha jî da xuyakirin, ku di şerrê han de 8 pêşmerge bi sivkî birîndar bûn û zîyanên çekdarên Da`iş jî nehatine zanîn.
