Wezareta Navxwe: Hejmara penaberan li Kurdistanê ji milyonekî derbas bû
Hejmara nifûsa Kurdistanê 5 milyon û 200 hezar e û tê destnîşankirin ku li herêmên ku penaber lê hene, ji 6 kesan yek penaber e. Penaber bi gelemperî xwe dispêrin bajarên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê.
Rêveberê Koç û Penaberan yê Herêma Kurdistanê Şukrî Barzanî ji AAyê re got: "Beriya êrişên DAIŞê yên li ser Mûsilê li gor tesbitên me li Kurdistanê ji Sûriyê 226 hezar, ji Îranê 30 hezar, ji Tirkiyê jî 12 hezar kes hebûn. Bi kesên ku ji herêmên sunnî yên Iraqê hatin ev hejmar bû 755 hezar. Piştî bûyerên li Mûsilê 300 hezar kes hatin û ev hejmar zêde bû û ji milyonekî derbas bû."
Piştî koçkirinên ji Iraqê hejmara penaberên ku xwe dispêrin Hewlêr, Silêmanî û Dihokê balê dikşîne.
Hin penaber xwe davêjin otêlên nebaş û di odeyên 11 metreyî de 20 kes dimînin. Di dema revê de penaber di bin qileqijê de dimeşin û xwe dispêrin bajarên Kurdistanê.
Huseyîn Silêman ê ku 4 zarokên wî hene û piştî ku DAIŞê Mûsil dagir kir ji gundê Mahlabê yê turkmenan reviya û xwe sipart Hewlêrê. Silêman got: "Em di odeyeke otêlê de 15 kes dimînin. Em li bendê ne ku di demeke kurt de şer biqede."
Silêman destnîşan kir ku di dema revê de zarokên wî nexweş ketine û wiha axivî: "Keça min a piçûk ji ber qileqijê neştergerî jê re hat kirin û tim vedireşe. Serom danê û bijîşk dibêjin gerek li cihê hênik bimîne. Em şîvar û şerpeze ne. Em di şert û mercên dijwan de dijîn. Em ji siyaseta mezhebperest a hikûmeta Bexdayê aciz in. Em dixwazin wek kurdan bibin xwediyê rêvebireyeke federatîf."
Berdevkê Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî (NY) Adrîan Edwards di civîna çapemeniyê ya Cenewreyê ya NYê de destnîşan kiribû ku li Iraqê di serê salê de 500 hezar kesî ji Enbarê, 500 hezar kesî jî piştî ku milîtanên DAIŞê Mûsil bi dest xistin, koç kirin.
Berdevka Ofîsa Cenewreyê ya NYê Corînne Momal-Vanîanê jî gotibû ku ji meşandina karên ewlehiyê hin personelên NYê cî guherandine û qismek personel jî li Hewlêrê rewşê rojane dişopînin.
Berdevka Bernameya Xurekê ya Dinyayê (WFP) Elîsabeth Byrsê jî ragihandibû ku ofîsa xwe ya li Hewlêrê berfireh kirine. Berdevka Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê Fadela Chaîbê jî destnîşan kiribû ku li Kurdistanê ji ber ku hikûmeta navnedî alîkariya derman û aşiyan birîbû, piştgirî xwestine û di vê çarçoveyê de ji bo hin navnedên tendurietiyê yên li Dihok û Hewlêrê alîkariya melzemeyên tenduristiyê dane.
Rudaw
