Îsraîlê keştiyeke petrola Kurdistanê kirî
Li gor raporteke Ajansa Nûçeyan a Reutersê, Keştiya SCF a Îtalî ku petrola Kurdistanê bar kiribû, vê sibê li nêzîkê Bendera Ashkelon a Îsraîlê hatiye dîtin û biryar e sibe Şemiyê keştiya petrolê li wê benderê were valakirin.
Evna ne yekem car e ku petrola Kurdistanê digihe Îsraîlê, lê çend carên din jî petrola Kurdistanê li Bendera Ashkelon hatiye valakirin, lê belê heta niha nayê zanîn gelo hikûmeta Îsraîlê petrola Kurdistanê kiriye yan ji wir petrol bo welatekî din tê şandin.
Li gor raportên ajansên biyanî, ji meha borî ve heta niha çar keştiyên petrola Kurdistanê ji Bendera Cîhan a Tirkiyê bo bazarên cîhanê hatine şandin, lê belê heta niha navê kiryaran nehatiye eşkerekirin.
Herwiha êrîşên vê dawiyê yên çekdarên DAİŞ’ê bala medyayê ji ser firotina petrola Kurdistanê daye aliyekî din û niha piraniya medya cîhanî zêdetir li ser şer û pevçûnên İraqê radiwestin.
Basnews
