• Saturday, 14 February 2026
logo

Li Dêrsimê di navbera leşkerên tirk û gerîlayên PKKê de şer derket

Li Dêrsimê di navbera leşkerên tirk û gerîlayên PKKê de şer derket
Li derdora bajarê Dêrsimê yê Bakûrê Kurdistanê di navbera hêzên artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKK û rêxistina çepgir a bi navê TÎKKOyê de şer derket.


Li gorî medyaya Tirkiyê, hêzên artêşa Tirkiyê duh bi şev li çiyayên derdora navçeyên Hozat û Ovacikê yên Dêrsimê li dijî gerîlayên PKKê û çekdarên rêxistina çep a TÎKKOyê dest bi operasyonê kirin.


Ji ber vê yekê, di navbera leşkerên tirk û gerîlayên PKK û TÎKKOyê de şer û pevçûn derket.


Piştî derketina şer helîkopterên şer ên artêşa Tirkiyê rê û cihên ku gerîlayên PKK û TÎKKO tê re derbas dibûn dan ber bombeyan.


Lê hat gotin di şerê han de ti kuştî û birîndarek ji her du aliyan çênebûye.


Ligel berdewambûna agirbesta navbera artêşa Tirkiyê û PKKê de, di heyama 1-2 mehên borî de çend caran şer û pevçûnên biçûk di navbera leşkerên tirk û gerîlayên PKKê de çêbûye lê heta niha ti kes di van şeran de jiyana xwe ji dest nedaye.

Rudaw
Top