Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Kongreya Niştîmaniya Iraqê kir
Li hevdîtinê de rewşa siyasî û emnî ya Iraqê û ew qeyrana bi sedema şikesta artêşa Iraqê û kontrolkirina bajarê Musil ji aliyê grûpên çekdaran ve pêkhatiye, hate nirxandin.
Her dû alî li ser ewe bi hevre bûn ku pêwîste proseya siyasiya Iraqê li gor destûrê bê rast kirin û rêz li pêgeh û xwesta rewaya hemû pêkhatan bê girtin û hemû aliyek jî ji bo nehiştina terorê hevkar bin.
