• Saturday, 14 February 2026
logo

Biden ligel Barzanî û Malikî rewşa dawî gotûbêj kir

Biden ligel Barzanî û Malikî rewşa dawî gotûbêj kir
Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Biden bi telefonê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokwezîrê İraqê Nûrî Malikî û Serokê Parlamentoya İraqê Usama Nûcêfî axifî.

Hat ragehandin ku di wan peywendiyên telefonî de Biden ligel Barzanî, Malikî û Nûcêfî rewşa dawî ya İraqê û êrîşên vê dawiyê yên çekdarên DAİŞ’ê bo ser hinek bajar û navçeyan gotûbêj kirine.

Biden tekez kir ku Amerîka bê cudahî hevkarî û piştgiriya hemû pêkhateyên İraqê di şerê çekdarên DAİŞ’ê de dike. Herwiha da zanîn ku amade ne di şerê dijî terorê de piştgiriya hêzên ewlekariyê yên İraqê bikin di çarçoveya rêkeftina stratejîk a di navbera Washington û Bexdayê de.

Basnews
Top