• Saturday, 14 February 2026
logo

Pêşmergeyan bersiva Barzanî dan: Em amade ne

Pêşmergeyan bersiva Barzanî dan: Em amade ne
Piştî wêya ku duh Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daxwaz ji Pêşmergeyên xanenişîn kir daku xwe ji her egerekê re amade bikin, Dezgeha Pêşmergeyên Xanenişîn û Dezgeha Îlonê bersiva Barzanî dan û gotin: ‘’Em amade ne ji sibe ve fermana Barzanî cîbicîh bikin.’‘

Barzanî îro di peyamekê de daxwaz ji Pêşmergeyên xanenişîn kir daku xwe amade bikin û got: ‘‘Ez daxwazê ji wan hemû Pêşmergeyên qehreman dikim ku di qonaxa xanenişîniya xwe de ne, ji bo piştgirî û hevkarîkirina Hêzên Pêşmerge û xweamadekirin bo hemû egerekê ligel wan cih û baregehan bikevin têkiliyê ku berê li wir xizmeta gel û niştimanê xwe dikirin. Ji bo vê mebestê divê Wezareta Pêşmerge û yekeyên fermandeyan tedbîrên maqûl werbigirin bo rêkxistin û dabeşkirina erkên xwe.’‘

Niha ji ber êrîşên çekdarên Dewleta Îslamî ya İraq û Şamê (DAİŞ) û vekişîna artêşa İraqê ji navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêmê, Hêzên Pêşmerge li wan navçeyan bicîh bûne û li çend deveran jî rûbirûyê êrîşên çekdarên DAİŞ’ê bûne.

Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê jî doh karîn çend navçeyan ji destê DAİŞ’ê rizgar bikin, lê heta niha jî li hinek gundên derdora Kerkûkê şer û pevçûn di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAİŞ’ê de berdewam e. Piştî van bûyeran Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî îro daxwaz ji Pêşmergeyên xanenişîn kir daku xwe ji her egerekê re amade bikin, Dezgeha Pêşmergeyên Xanenişîn û Dezgeha Îlonê bersiva Barzanî dan û gotin: ‘’Em amade ne ji sibe ve fermana Barzanî cîbicîh bikin.’‘

Basnews
Top