Barzanî naveroka telefona xwe ya dawî ligel Malikî aşkere dike
Barzanî dibêje “Berî 6 mehan dema Malikî serdana Amerîka kir, em bi telefonê ligel hev axifîn. Wê demê min ji Malikî re got ku rewşa Mûsilê gelek metirsîdar e û çekdar dikarin ewlekariya welat têk bidin”. Di bersivê de Malikî gotiye “Haya te ji Kurdistanê hebe û rewşa xwe biparêzin, ji ber Iraq xwedî artêşeke bihêz e û dikare xwe biparêze”.
Serokê Herêma Kurdistanê ragihand ku wî heman tişt ji cîgirê serokê Amerîka John Biden re gotiye û di serdana Fransayê de ji rayedarên wî welatî re jî gotiye.
Barzanî dibêje “li ser vê meselê wezîrê derve yê Fransa telefona wî kir û gotiye axaftinên te rast derketin”.
Roja duşemê wezîrê derve yê Fransa telefona serokê Herêma Kurdistanê kiribû.
Rudaw
