Li Başûrê Kerkûkê DAÎŞê 7 sivîl û 2 polîs kuştin
Rêveberê polîsê bajar û bajarokên Kerkûkê Serhed Qadir ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku duh piştî ku çekdarên DAÎŞê dest danîn ser gundê Beşîr, 7 kes li wî gundî bi guleyan kuştin.
Qadir aşkere kir ku “di şerê navbera hêzên polîsê bajar û bajarokên Kerkûkê û çekdaran de 2 polîs şehîdbûn û 13 polîsên din jî birîndar bûn”.
Qadir herwiha got ku şeva borî 4 helîkopterên artêşa Iraqê gundê Beşîr bombebaran kirin.
Gundê Beşîr li başûrê parêzgeha Kerkûkê dikeve û şêniyên wê piraniya wan Turkmanên Şîa ne.
Rudaw
