• Saturday, 14 February 2026
logo

‘150 efserên îstîxbarata Siudiyê li Mûsilê ne’

‘150 efserên îstîxbarata Siudiyê li Mûsilê ne’
Li gor hinek çavkaniyên ewlekariyê, 150 efserên îstîxbarata Erebistana Siudiyê bi awayekî nehênî hatine bajarê Mûsilê.

Tê gotin ku ew 150 efserên îstîxbarata Erebistana Siudiyê bi serokatiya Fehid Nîsbah bi rêya parêzgeha Hesekê ya Sûriyê û bi awayekî nehênî hatine bajarê Mûsilê û niha li wir bicîh bûne.

Di vê derbarê de çavkaniyekê ji Encûmena Parêzgeha Mûsilê ew nûçe ji BasNewsê re piştrast kir, bêyî hejmara wan efseran eşkere bike. Li gor agahiyan, rojnamevanekî Siudiyê ku li rojnameya El-Weten kar dike, ligel wan 150 efserên îstîxbaratê hatiye Mûsilê û bûyerên li bajêr diqewimin ji rojnameya xwe re dişopîne.

Li gor medya navxweyî û biyanî jî, hatina wan 150 efserên îstîxbarata Erebistana Siudiyê planeke ku ligel çekdarên rêxistina DAİŞ’ê danîbûn û hatine Mûsilê. Hêjayê gotinê ye hefteya borî çekdarên DAİŞ’ê karîn dest deynin ser bajarê Mûsilê û artêşa İraqê ji bajêr derxînin.

Basnews
Top