Kurdekî DAIŞ`î egera şerê li dijî Kurdên Rojava aşkira dike
Rojnameya Awêne bi rêya tora civakî ya Facebookê hevdîtinekê li gel xortê Kurd yê li nava çekdarên DAIŞ yê bi navê Geylan ku bi (Ebu Selman Kurdî) hatiye binav kirin kiriye ku di duyem roja cejna remezanê sala borî ew bi xwe li gel malbata xwe û sê hevalên xwe yên din tevî malbatên xwe ji qeza Çomanê a ser bi Hewlêrê berê xwe dabûn Sûriyê û çûne nava DAIŞ`ê. Niha jî Geylan li wîlayeta El - Bereke (Hesekê) ya Sûriyê dijî.
Li ser pirsa ku çima ew dibêjin wîlayeta El-Bereke ku navê xwe El-Hesekê ya Sûriyê ye, Geylan dibêje: Çûnkê Dewleta Îslamî li Êraq û Şam navê her cihekî diguherê eger çû navê, wek El-Hesekê kiriye El-Berekê, Dêrzor bûye bi Darûlxeyr, wîlayeta Nînewa, çûnkî evna welatê Şam in.
Sebaret bo çi ew li gel Kurdên Rojavayê Kurdistanê şer dikin di demekê de ku ew jî Kurdin, Geylan dibêje: Em şerê netewî (Qewmî), şerê me şerê kafir û mislumanane, şerê Kufr û îmanê dikin.
Li barê Herêma Kurdistanê jî dibêje: Hîç goman têde nîne ku ewê êrişî ser Herêma Kurdistanê jî bikin, çûnkî li gor nexşeya Êraqê, Kurdistan wîlayeta sêyeme.
Xendan
