• Saturday, 14 February 2026
logo

Çekdarên DAÎŞê êrîşî hêzên pêşmerge kirin

Çekdarên DAÎŞê êrîşî hêzên pêşmerge kirin
Çekdarên DAÎŞê li parêzgeha Kerkûkê bi hawenan êrîşî hêzên pêşmerge kirin.

Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Kerkûkê ragihand ku berî bîstekê li gundê Mela Ebdullah li başûrê Kerkûkê, çekdarên DAÎŞê bi hawenan êrîşî hêzên pêşmerge kirin.

Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku heta niha nediyare bê ziyanên canî li pey wê êrîşê hene yan ne.

Piştî ku hêzên artêşa Iraqê ji tirsa çekdarên DAÎŞê ji navçeyên ku ji Başûrê Kurdistanê hatine vetetandin kişiyan û çekên xwe avêtin, hêzên pêşmerge ji bo dagirtina valahiya ewlekariyê li wan navçeyan li Kerkûk, Mûsil û Diyale bi cih bû.

Rudaw
Top