Se`udiye û Qeter Rexne Li Siyaseta Malikî Girtin
Erebistana Se`udiye ragihand, ku siyaseta Tayefî û yekalîya Nurî Malikî, rê li ber çalakîyên grupên tundkar li Iraqê xweş kir.
Wezîrê derveyê Qeter jî ragihand, ku Nurî Malikî hokarê (sebebê) dirustbûna kirîz e li Iraqê.
Erebistana Se`udiye dixwaze, ku bi zutirîn dem hukûmeteka Aşitîya Niştimanî bihê pêkanîn û serweriya xaka Iraqê biparêz e.
