Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî serdana Îranê kir
Nêçîrvan Barzanî îro di serdaneke ji nişka ve de gihîjte Terhran a paytexta Îranê. LI gor zanyarîyan biryar wiha ye ku serokwezîr Barzanî di evê serdana xwe de bi berpirsên komara îslamîya Îranê re basa dawîn rewşa aloza Iraqê û pêşhatên evê dawîyê yên li parêzgeha Mûsilê û çend parêzgehên dinên Sunînişîn ên Iraqê bike ku rastî êrişên koma terorîstîya Dewleta Îslamîya Iraq û Şamê (DAIŞ) hatine û ji alîyê çekdarên evê grûpê ve hatine kontrolkirin.
Piştî gihîjtina bi Tehranê, Nêçîrvan Barzanî di yekemîn kombûna xwe de ya bi berpirsên Îranî re li gel Elî Şemxanî sekreterê encûmena bilinda asayişa neteweyîya Îranê ku nûnerê rêberê bilindê şoreşa îslamîya Îranê Elî Xamineyî jî ye, kom bû. Tê gotin giringtirîn mijara kombûnê û guftûgoyên her du alîyan, pêşhatên ewê dawîyê yên li Iraqê û çawanîya rûbirûbûn bi terorê û koma terorîstîya DAIŞê re ye.
