Serok Barzanî li gel berpirsên bilinda serbazî û emnî ya Herêma Kurdistanê civiya
Li vê kombûnê da amadebûyan bi germî bi xêrhatina Serok Barzanî kirin û Serok Barzanî bi kurtî di derbarê serdana xwe ya Ewrûpa û encamên wê ya ji bo amadebûyan behs kir.
Her li vê kombûnê da berpirsên bilindên hêza Pêşmerge û asayîşa Herêma Kurdistanê naveroka rûdawên vê dawiyê ya parêzgehên Nînowa û Kerkuk û cîhên din her li destpêka qeyranê şîrove kir û Serok Barzanî ji wan hemû tevger û amadekariyên ku ji aliyê hêza Pêşmerge û hêzên asayîşa li Herêma Kurdistanê û wan navçeyên li encama paşvekişana artêşa Iraqê li ber girtiye agahdar kir.
Li vê hevdîtinê de Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku erkê ser şanê hêzên Pêşmerge û asayîşe ku ser û malê hemwelatiyên Herêma Kurdistanê biparêzin û parêzgeriyê jî li wan koçberan bikin ku li encama têkçûna rewşa emnî mal û halên xwe bi cîh hiştine.
Li beşekî dinê civînê de behsa wan mekanîzmeyan kirin ku bibê sedema bi hêztirbûna rewşa asayîşa Herêma Kurdistanê û ew navçeyên li encama dirustbûna valahiyê ji aliyê hêza Pêşmerge ve hatine kontrol kirin. Ew jî li rêya pêkanîna hejmarek lîjneyên taybet û pîspor li warên cûda cûda de.
Aliyê siyasî qeyran û aloziyên vê dawiyê ya Iraqê û çawayiya muamelekirina li gel rewşa nû mijareke dinê vê hevdîtinê bû.
