• Saturday, 14 February 2026
logo

Karayilan: Revandina dipolatan ji aliyê DAÎŞê ve senaryoyek Tikriyê ye

Karayilan: Revandina dipolatan ji aliyê DAÎŞê ve senaryoyek Tikriyê ye
Serokê Hêzên Parastina Gel (HPG) Murad Karayilan dibêje, da ku Tikriyê tohmeta têkiliyn xwe bi DAÎŞê re nehêle, senaryoya dîlhirtina diplomat û şofêrên Tikr ên li Mûsilê ji aliyê rêxistina navborî ve pêkanî.

Medyay Tikriyê axeftinên Murad Karayilan di riya bêtêlê de ji bo Gerîlayên PKKê belav kiriye ku tê de navborî dibje: “Dewleta Tirkiyê ji bo ku ji cîhanê re bêje têkiliyên wê bi rêxistina DAÎŞê re tineye, plan û senaryoya dîlgirtina diplomat û şofêrin Tirkiyê li Mûsilê bi DAÎŞê re lidar xist.”

Herwiha Karayilan gotinên xwe berdewam dike û diyar dike ku: “Ji ber wê jî rayedarên hikûmeta Tirkiyê rihetin û ti tiştekî li hember wê nakin, û di her daxuyaniyekê de dibêjin, rewşa karmendên Konsulxaneya wan Li Mûsilê û şofêran başe, bi rastî ew dixwazinxwe bi bûyera wê dîlgirtinê de paqij bikin.”

Murad Karayilan da zanîn ku: “Her kesê ku piştgiriya DAÎŞê bike, wê di nav metirsiyê de be, ev tişt ji bo Tirkiyê jî raste, herî kêm li Tirkiyê nîzîkî 3000 endamên wan hene û kengî be dikarin çalakiyên çekdarî li Tirkiyê lidar bixin, di dema borî de li Serêkaniya Rojava 9 endamên DAÎŞê hatin kuştin, ji nîvî zêdetir welatiyên Tirkiyê bûn, ji ber wê jî Tirkiyê bi piştevaniya wan dikeve nav hesabên pir şaş, û ewê bi nerênî lê vegere.”

Endamê rêvebereriya KCKê Karayilan ragihand jî ku:“Hêzên Rêxistina DAÎŞ û yên weke wê ji bo Kurdan jî pir metirsîdarin, pêwîste gelê Kurd li herçar perçeyên Kurdistanê xwe bikin yek, dem dema çareseriya pirsgirêka Kurd yê sedsalane, û di vê dema wiha dîrokî de divê Kurdên Bakûr, Başûr, Rojava û Rojhilat xwe bidin hev.”

Karayilan dest nîşan kir ku, ew weke partî û hêzên Gerîla him ji aşitî û him jî ji bo şer amade ne, û hemû hêzên wan ji bo parastina gelê kurd amadene.

Rudaw
Top