• Saturday, 14 February 2026
logo

Cezayê îdamê yê 4 girtiyên kurd hat ragirtin

Cezayê îdamê yê 4 girtiyên kurd hat ragirtin
Hat zanîn, ew 4 girtiyên siyasî yên kurd ên Rojhilatê Kurdistanê ku biryar bû îro danê sibê werin îdamkirin, nehatin bidarvekirin û dîsa vegerandin zîndanê.


Hat ragihandin ku 4 girtiyên siyasî yên kurd ên bi navên Hamid Ehmedî, Kemal Melayî, Cemşîd Dêhqan û Cehangîr Dêhqan, ku bi tohmeta endamtî di rêxistinên selefî û şerê li dijî Xwedê û têkdana ewlehiya millî ya Îranê bi mirinê hatine mehkûmkirin, dê danê sibê (15ê Hezîranê) bên îdamkirin.


Girtiyên han şeva pêr (14ê Hezîran) ji bona cîbicîkirina cezayê wan biribûn zîndana Recayî ya Kerecê.


Lê li gorî malbatên wan girtiyan ji ajansa saziya Çalakvanên Mafên Mirov ya Îranê (HRANA) re gotine, ew girtî dîsa vegerandina zîndana Qizil Hisarê ya bajarê Kerecê li nêzîkî paytext Tehranê.


Heta niha nayê zanîn ka gelo sekinandina cîbicîkirina cezayê wan girtiyan li ser daxwaza saziyên navdewletî yên mafên mirov bûye yan na.


Çimkî çend roj berê çendîn saziyên navdewletî yên mafên mirov ji komara îslamî ya Îranê xwestibûn, îdama 33 girtiyên sunnî ku piraniya kurd in, bide sekinandin.

Rudaw
Top