• Saturday, 14 February 2026
logo

Parlamento dixwaze Pêşmerge ji navçeyên Kurdistanî venekişin

Parlamento dixwaze Pêşmerge ji navçeyên Kurdistanî venekişin
Parlamentoya Kurdistanê duh li ser pirsa navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya hemê civiya û daxwaz hat kirin ku Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê ji wan deveran venekişin.

Parlamentoya Kurdistanê îro li ser pirsa navçeyên Kurdistanî û rewşa Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê li wan deveran civiya û raporta Lijneya Mafê Mirov, Navxwe û Pêşmergeyan hat gotûbêjkirin.

Civîn ku li ser meseleya navçeyên Kurdistanî yên derveyê îdareya herêmê û rewşa Hêzên Pêşmerge bû, di civînê de bi piraniya dengan hat daxwaz kirin ku hemû pêdiviyên Pêşmergeyan bên amade kirin û Hêzên Pêşmerge ji navçeyên Kurdistanî yên derveyê îdareya herêmê venekişin.

Ji ber hestyariya mijara îro ya Parlamentoya Kurdistanê parlamenteran daxwaz kir ku rûniştin girtî be û di civînê de rewşa Hêzên Pêşmerge li navçeyên Kurdistanî hat gotûbêjkirin û raporta hersê lijneyan jî hat nirxandin.

Basnews
Top