• Saturday, 14 February 2026
logo

Hikûmetên Amerîka û Kurdistanê li ser rewşa Mûsilê civiyan

Hikûmetên Amerîka û Kurdistanê li ser rewşa Mûsilê civiyan
Şandeke hikûmeta Amerîka serdana Hewlêrê kir û bi rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re civiya. Lê hat zanîn ku civînê de behsa firotina nefta Kurdistanê nehatiye kirin.

Şandeke hikûmeta Amerîka îro li Hewlêrê bi şandeke Herêma Kurdistanê re civiya.

Li ser civînê Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa ji Rûdawê re ew nûçe piştrast kir û got, di civînê de li ser rewşa her du parêzgehên Iraqê (Mûsil û Selahedîn) hat axaftin ku ji bin kontrola hikûmetê derketine.

Felah Mistefa her wiha da zanîn, di civînê de qet behsa firotina nefta Kurdistanê nehat kirin û wiha axivî: “Jixwe Amerîka beriya niha helwesta xwe li ser vê mijarê eşkere kiriye û gotiye, em razî nînin neft bêyî Bexdayê were firotin.”

Rudaw
Top