Wezareta Pêşmerge Ji Fetlawî Re: Bila Supayê Iraqê Dişdaşe Li Ber Xwe Neke
Di evê bareyê de, Helgurd Hîkmet rêvebirê ragihandin û rewşenbîrîya wezareta pêşmerge ji PNA re ragihand, ku ti supayek heye çekên xwe bidane û dişdaşe li ber xwe bike û bireve? Heger supa be çekên xwe nadane û dişdaşe li ber xwe nake û nareve.
Weha jî da zanîn, ku herger hêzên pêşmerge karê han kiribe, bêy guman erkekî mirovanîye, ji ber ku leşkerên supayê Iraqê çekên xwe danîn û daxwaz kirin, ku dişdaşe ji wan re bihên dayn. Got jî: bila leşkerên supayê Iraqê dişdaşe li ber xwe nekin.
Weha jî da xuyakirin, ku di çend rojên derbasbûyî de li devera Şingalê hêzên pêşmerge 11 demjimêran bi çekdarên Da`iş re şerr kirin û hêzên pêşmerge qurbanî dan û li devera Tel Werde û Zummar û çend cihên din jî.
Weha jî got: ku rastîyek heye gerek hemû kes bizane ku hêzên pêşmerge wekî supayê Iraqê nîne çekên xwe bidane û bireve.
