• Saturday, 14 February 2026
logo

Firokevanê Ku Hêzên Pêşmerge Borduman Kir Daxwaza Lêborînê Kir

Firokevanê Ku Hêzên Pêşmerge Borduman Kir Daxwaza Lêborînê Kir
Fermandarê ewê tîma supayê Iraqê yê ku li bajêrê Se`diye hatiye cihgîrkirin di bareya bordumankirina hêzên pêşmerge de ji alîyê hêlîkoptereka supayê Iraqê ve ragihand, ku borduman bi şaşî hatiye kirin û dê li evan nêzîkan di kenalên ragihandinê de daxwaza lêborînê bikin.

Di evê bareyeê de, efserekî hêzên pêşmerge ku nexwest navê wî bihê aşkira kirin ji PNA re ragihand, ku duh hêlîkoptereka supayê Iraqê li devera Se`dîye hêzên pêşmerge borduman kir û di encam de, 2 pêşmerge hatin kujtin û 15 jî birîndar bûn, ku birîna 8 pêşmergeyan giran e.

Weha jî da zanîn, ku wî bi fermandarê tîma han a supayê Iraqê re axiftiye û fermandar jî bi firokevanê hêlîkoptera han re axiftiye û daxwaza lêborînê kiriye û firokevan bi şaşî têgihijtîye.

Weha jî da xuyakirin, ku fermandarê han diyar kir ku dê ew di dezgehên ragihadinê de bi fermî daxwaza lêborînê bikin.

Top