• Friday, 13 February 2026
logo

Li Agirî wê car din hilbijartin bên kirin

Li Agirî wê car din hilbijartin bên kirin
Encamên hilbijartinên herêmî yên 30ê adarê li Agirî li Bakurê Kurdistanê hatin betalkirin û biryar e roja 1ê hezîranê car din hilbijartin li wir bên kirin.

Piştî ku namzedê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Sirî Sakîk piraniya dengên navenda bajarê Agirî bi dest xistin, alozî di navbera BDPê û Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) de derket, desteya bilind a hilbijartinan li Tirkiyê piştî ku çend caran deng hejmartin, biryar da hilbijartin li Agirî car din bên kirin.

Namzedê BDPê Sirî Sakîk derbarê vê yekê de got “Piştî 30 saetan ji hejmartina dengên 24 sindoqan, ez 150 dengan li pêş bûm, lê ji bo ku aramî li bajêr vegere, me xwest hilbijartin car din bên kirin”.

Sakîk herwiha got “Çend endamên AKPê ku sextekarî kirine hatine girtin, lewra me serdana şaxê Agirî yê desteya hilbijartinan kir û wan jî biryar da ku roja 1ê hezîranê hilbijartin li Agirî car din bên kirin”.

Sakîk diyar kir ku armanca wan ji dubarekirina hilbijartinê ewe ku ziyan negihe pêvajya aştiyê.

Li hember vê yekê, namzedê AKPê yê Agirî Hesen Erselan derbarê daxwaza BDPê de got “Berî 4 rojan me jî ev yek xwestibû, ji ber ne zelaliyeke di hilbijartinê de heye”.

Erselan herwiha got “BDPê bi 10 dengan li pêşiya me bû, lê di hejmartina dawî ya dengan de û piştî vekirina 24 sindoqan, derket 18 dengên me ji yên BDPê zêdetirin”.

Li gor encamên hilbijartinên Agirî, Sirî Sakîk 20 hezar û 551 deng û Hesen Erselan 20 hezar û 350 deng bi dest xistin.
- See more at: http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/060420141#sthash.O5Uv5VKs.dpuf
Top