• Friday, 13 February 2026
logo

Hemedan bajarê Kurd û Cihûyan bû

Gulan Media February 6, 2014 Nûçe
Hemedan bajarê Kurd û Cihûyan bû
Bajarê Hemedan (Hîgmetane) ê Rojhilatê Kurdistanê, wek yekemîn paytexta hikûmî li Îranê tê hesab kirin û cara yekem Madan ew bajar wek paytex desnîşan kiriye.

Ew bajarê dîrokê yê Kurdistanê dikeve rêza bajarên dîrokî wek Romaya Îtalya û Atînaya Yunanîstan. Piraniya bajarên dîrokî yên cîhanê ji ber şer û pevçûnan wêran û jinav çûne û tenê navên wan mane, lê bajarê Hemedan heta niha jî yek ji bajarên qedîm û dîrokî ye ku jiyan têde berdewam e.

Bajarê Hîgmetane yan Hemedan di sedsala heştem a berî zayînê de hatiye çêkirin. Dîrokzanê navdar ê Yunanî Herodot derbarê bajarê Hemedan de wiha nivîsiye; ‘’Bajarê Hîgmetane di serdema Madan û ji aliyê fermanrewayê yekem ê Madan Diyako ve wek paytexta hikûmetê hatiye destnîşankirin.’‘

Yunaniyan Hemedan wek İkbatan bi nav dikir û Herodot jî wiha nivîsiye: ‘’Diyako dema çêkirina Hîgmetane ferman da ku heft dîwarên mezin li derdora bajêr çêbikin ji bo parastina Hîgmetana ji êrîşên dijmin û her yek ji dîwaran jî rengekî wan ê taybet hebû.’‘

Hemedan xwedan sedan şûnwarên dîrokî ye. ‘Teko’ya zêrîn a pez koviya Hîgmetane yek ji şûnwarên girîn ê cîhanê ye. Ew şûnwar qedeheke zêrîn e û serê bizenekê li ser hatiye nwqişandin. Tarîxa çêkirina wê vedigere serdema Hexamenişîniyan. Ew şûnwara giran buha li Muzexaneya Îranê ya Kevin a Tehranê tê parastin.

Gencname şûnwareke din a Hemedan e. Gencane li ser kevirekî hatiye kolan û bi sê zimanên Îlamî, Babilî û Madî nivîsareke serdema desthilatdariya Daryoş ê Hexamenişîniyan li ser e bi dirêjahiya 115 santîmetreyan.

Gilko ya Babatahirê Huryan ê şaîrê mezin ê Lor li her du bajarên Hemedan hu Xurem Aawaya Loristan heye. Mezargeha Babatahîr li bajarê Hemedan cihekî dîrokî ye. Şaîrê naskirî yê Lor Baba Tahîr di çerxa çarem bo pêncem a koçî jiyan kiriye, bi zimanê Kurdî helbest nivîsîne û wek yek ji kesayetiyên olî yê Yarsan bawermendên wê olê serdana mezargeha wî dikin.

Bajarê Hemedan navenda olî ya Cihûyan bû li Rojhilatê Kurdistanê. Mezargeha ‘Yuşe’ê kurê Nûh’ yek ji pêxemberên Cihûyan li bajarê Melayer ê nêzîkê bajarê Hemedan e. Ziyaretgeha ‘Hebquq’ (pêxemberekî din ê Benî Îsraîl) li Hemedan e.

Şûnwarê dîrokî ‘Ester û Merdxa’ yek ji girîngtirîn şûnwarê pîroz ê Vihûyan bû, li bajarê Hemedan ku heta niha jî wiha kiriye Cihû li wî bajarî bimînin. Li wê perestgehê bernivîsek bi zimanê İbrî heye. Peykerê Şêrê Berdîn-Kevirî şûnwarekî din ê bajarê Hemedan e ku Kurdan di serdema Madan de çêkiriye.

Bajarê ‘Samin’ bajarekî nehênî bû di jêr axê de ku li gor dîrokzanan, berî desthilatdariya Eşkaniyan hatiye çêkirin. Ew bajarê dîrokî bajarek bû bo şûştina miriyan û helkeftên olî wek ola Mîtra ku wek dayîka ola Zerdeştî û ola qedîm a Kurdan tê naskirin.

Basnews
Top