Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Japon li Iraqê kir
Di destpêka hevdîtinê de Masato Tekewaka Balyozê Japon li Iraq ji bo pêşwazîkirinê spasiya birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê kir û balkişand li ser wê yekê ku li cem welatê wan aramiya rewşa emnî ya Herêma Kurdistanê girînge û cihê behskirinê ye.
Li beşekî dinê hevdîtinê de Balyozê Japon li Iraqê behsa ewe kir ku li rêya kerta taybet ve şeraketekî bi hêza aborî heye li navbera Japon û Herêma Kurdistanê û hêvî xwest ev şeraket bibê sedema pêşxistina peywendiyên her dû aliyan, ji ber ku Japon girîngiyekî zêde bi rewşa aştî û pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê dide û li ser vê bingehê jî dixwazê peywendiyên xwe bi hêztir bike.
Balyozê Japon li Iraqê mebesta serdana xwe ya Herêma Kurdistanê vegerand li ser wê yekê ku ew hatine hevkarî û alîkariyê bibexşin koçberên Rojavayê Kurdistanê û heman demî de spasiya Herêma Kurdistanê ya li hevkarîkirina koçberan kir û got: "We erkekî giran bi cîh kiriye beramber van koçberan û em jî dixwazîn hevkariya we bikîn".
Birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ji bilî bi xêrhatina Balyozê Japon li Iraq, tekez li ser pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Japonya kir û rola welatê Japonya li qada navneteweyî de bi girîng wesif kir.
