• Thursday, 12 February 2026
logo

Osman Ocalan: Serdana Barzanî bo Amedê bi agehdarîya ´Apo´ bûye û bo piştgîrîya proseya aştîyê

Gulan Media November 19, 2013 Nûçe
Osman Ocalan: Serdana Barzanî bo Amedê bi agehdarîya ´Apo´ bûye û bo piştgîrîya proseya aştîyê
Osman Ocalan birayê Ebdulah Ocalan serokê zindanîkirî yê partîya karkerên Kurdistanê (PKK) dibêje, ku serdana Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê bo Tirkiyeyê bi agahdarîya ´´Apo´´ bûye û dikare xizmeta aştîya navbera Kurd û Turk bike û di evê serdemê de rê ji dirustbûna şer bigre.

Osman Ocalan endamê pêştir ê konseya seroaktîya PKKê û birayê serokê girtîyê PKKê ji rojnameya Awêne ya Herêma Kurdistanê re ragihandiye: ´´ ev serdatabi agehdarî û lihevkirina pêşwext bûye li gel ´Apo´, heger Apo bigotiba na, hingê PKKê diakrî dijayetîyeke mezin bike û têk bide, raset PKK û BDP jî bi evê serdanê dilnexweş bûn, lê li dijî wê jî nerawestîyan û pêşwazî jî lê kirin li şaredarîya Amedê.´´

Ocalan serdana serokê Herêma Kurdistanê bo Bakûrê Kurdistanê bi serkevtî nav dibe û ron dike: ´´ rojhilata navîn di rewşeke hevşêwe ya şerê cîhanîya yekem de ye û piştî evî şerê jî sîstemeke nû didamezre ku rêkevtina Kurd û Turk dibe hokarê bihêzbûna wan, her ji ber wê jî serdana Barzanî di berjewendîya proseya aştîyê de dibînim.´´

Osman Ocalan herwisa amaje bi ewê çendê jî daye ku destpêkerê aştîyê bi pileya yekem Ocalan û Erdoganin, lê di heman demê de jî dibêje:´´ ev serdana Barzanî dikare piştîgîrîya evê aştîyê bike. Ev serdan bo ewê nebûye ku Barzanî şûna Apo bigre, belku bo piştgîrîyeke cidî bo aştîyê li Bakûrê Kurdistanê bû û ev piştgîrîye jî pêywîste, ji ber ku Herêma Kurdistanê bûye navenda têkoşîna Kurd di navçeyê de.´´
Top