Saziya koçberiya cîhanî spasiya hikûmeta Kurdistanê kir
Duh Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî bi nunerê saziya koçberiya cîhanî yê li Îraqê re civiya.
Di civînê de ku, hijmareke din ji Rayedarên vê saziya han tê de beşdarbûn rewşa Penaberên cîhanê bi giştî û rewşa Penaberên Sûriya û Rojavayê Kurdistanê hate nîqaşkirin û heta mêwan jiber hevkarî û karasaniyên ku, ji aliyê hikûmeta Kurdistanê ve pêşkêşî wan Penaberan hatine kirin spasiya hikûmet û Serokatiya Kurdistanê kir û xelateke rêz girtinê jî pêşkêşî Parêzgarê Hewlêrê kir.
