• Thursday, 12 February 2026
logo

Li Misrê tren li otomobîlan ket: Herî kêm 24 kes mirin

Gulan Media November 18, 2013 Nûçe
Li Misrê tren li otomobîlan ket: Herî kêm 24 kes mirin
Li Misrê, di encama lihevketina trena kargo û çend otomobîlan de herî kêm 24 kes mirin û 28 kes jî birîndar bûn.

Li gorî ajansên nûçeyan, li gundekî nêzîkî paytexta Misrê Qahîreyê, trenek kargo li 3 otomobîlan ket.

Hat gotin di bûyerê de herî kêm 24 kes mirine û 28 kes jî birîndar bûne.

Rayedarên Misrê ragihandine, derbarê sedema bûyerê de lêkolînan dikin.

Di destpêka îslal de jî li nêzîkî Qahîreyê, trenek rêwiyan ji rê derket û tê de 19 kesên ku diçûn serbaziyê, mirin, her wiha par meha Mijdarê jî trenek li otobûsekê ket û di encamê de 50 zarok mirin.

Rudaw
Top