• Thursday, 12 February 2026
logo

Bahoza Hayan li Filipînê 10 hezar kes kuştin

Gulan Media November 10, 2013 Nûçe
Bahoza Hayan li Filipînê 10 hezar kes kuştin
Berpirsekî mezin ê polîsê Filipînê ragihand ku di encama bahoza “Hayan” a ku li herêma Lîtî li naverasta Filipînê pêk hat de, bi kêmanî 10 hezar kes hatine kuştin.

Li gor nûçeya Skynews, lêkolerê mezin ê polîsê Filipînê Ilmer Sorya diyar kir ku 70% heta 80% ji navçeya ku li herêma Lîtî li ber bahoza Hayan ket hat têkdan.

Sorya herwiha got “Şeva borî em digel hakim û berpirsên din civiyan. Hakimê wîlayeta Lîtî aşkere kir ku li gor texmînên wan 10 hezar kes hatine kuştin”.

Sorya aşkere kir ku di encama bahozê de, gelek bajarên li wîlayeta Lîtî binav bûne.

Hikûmeta Filipînê jî got ku zêdetirî 4 milyon kes li navçeyên ku bahoz têde rabûye, dijîn.

Rudaw
Top