• Thursday, 12 February 2026
logo

Ereb koçî heremên kurdî dibin

Gulan Media November 10, 2013 Nûçe
Ereb koçî heremên kurdî dibin
Di demekê de ku welatên derdora Sûriyê ji ber pêşwaziya pêla mezin a penaberên sûrî pêrgî kêşeyan bûne, hejmara wan kesên ku li nav welêt koçber dibin ber bi zêdebûnê ve ye.

Ji tirsa grûpên îslamî yên radîkal, hejmareke mezin ji koçberên sûrî yên ji welatê xwe derketine berê xwe dane navçeyên kurdî ku di bin destê YPGê de ne.

Çekdarên YPGê li ber êrişên grûpên ser bi al-Qaîde ve bo ser navçeyên kurdî bûne berbest. Bi vî awayî jî ne ku tenê Kurd, lê hejmareke mezin ji Ereban jî ji êrişên Îslamiyên tundrew parastine.

Wê dema ku çekdarên grûpa al-Nusre di yekem roja cejna Remezanê de êrişî ser gundê Yûsiviyê kirin, Feysel el-Elyan (62) ligel endamên malbata xwe ji gundê xwe reviyan. Herwiha ji ber ku ew bilez reviyan, ji pêvî cilûbergên ku li wan bûn, tiştekî din bi xwe re nebirin. Lê niha li Girkê Legê li dibistanekê rûniştîne.

Feysel dibêje pirraniya niştecihên gundê wan Ereb in, bi taybetî ji Yûsiviyê xelkê berê xwe dane Girkê Legê û navçeyên din ên di bin destê YPGê de. Li gund tenê hejmareke kêm maye ku ew jî alîgirên al-Nusre ne. Feysel piştî ku ji gundê xwe derket, nûçe jê re hat ku mala wî ji aliyê çekdarên al-Nusre ve hate şewitandin. Ew bi tirs dibêje "Ew dibêjin pêwendiyên min ligel YPGê hene. Niha ew serê min dixwazin."

Wê roja ku al-Nusre êrişî ser Yûsiviyê kir, pirraniya niştecihên gund reviyan. Hin jêder vê yekê piştrast dikin ku çekdarên al-Nusre malên hemû kesên ku ji gund reviyane şewitandin, ku guman li wan dikirin ser bi YPGê bin.

Niştecihên Girkê Legê hinek kelûpelên nav malê, betanî û xwarin dane Feysel û malbata wî. Feysel kartoneke vala pêşanî min kir ku logoya rêxistina "Heyva sor" û rêxistina "Programa Cihanî ya Xwarinê" pê ve bû. YPGê ev kartona xwarinê dabûne wî, lê piştre tiştekî din ji xwarinê nedabûnê.

Piştî ku par rejîma Beşar Esed ji van navçeyan vekişiya, hejmarek mezin ji avahiyên nû hatine avakirin, ji ber ku berê wergirtina rêdana çêkirina xaniyan gellekî zehmet bû. Niha pêwistiya wan bi rêdanê nîne, lê avahî û xanî bi tevayî nehatine çêkirin.

Amîne (35) ligel 4 keç û 2 kurên xwe di avahiyeke bidawînebûyî de dijîn. Wan û 5 malbatên din rêdan ji xwediyê avahiyê wergirtine heta tê de bimînin. Hevjînê Amîne hê jî li gundê Rimêlan dijî. Amîne dibêje: "Ji dema ku em gihiştine vê derê, ti arîkariya me nebûye. Jiyana me gellekî zor e. Em nikarin tiştekî bikirin, ji ber ku buhayên wan pirr bilind in."

Heman wê roja ku al-Nusre ser bi gundê Yûsiviyê de girt, hêzên PYDê çûne gundê Rimêlan ku beramber Yûsiviyê ye. Ji bo ku cihekî wan ê baş hebe ji bo rêpêgirtinê, wan doz li gundiya kirin ku wê deverê vala bikin, lê hin kes bo parastinê li mala xwe man. Amîne dibêje: "Eger YPGê doz jî li me nekiriba ku em derkevin, em derdiketin. Ji ber ku em gellekî ji al-Nusre ditirsin."

Beşê bakur ê navçeya Cizîrê ketiye destê Kurdan. Nişteciyên gundên başûr jî Ereb in. Hemû partiyên ku di vê berberiyê de beşdar in, hewl didin wan gundan kontrol bikin ku niştecihên wan alîgirên wan in, ji ber ku piştgiriya xelkên navçeyê xala sereke ye ji bo mana li van navçeyan.

Hinek ji niştecihên van gundan eşkere pişgiriya wan partiyan dikin ku bîrûnêrînên wan nêzîkî xwe dibînin. Lê dibe ku pirraniya xelkê naxwazin vê yekê bikin, ji ber ku kes nizane heftiya bê gundê wan dikeve destê kîjan alî de.

Rudaw
Top