Ocalan: Pêvajo didome lê li ser Pira Siratê ye
Îro (09.11.2013) her du cîgirên Serokê Fraksyona BDPê li Parlamentoya Tirkiyê Pervîn Bûldan û Îdrîs Balûken û Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Stenbolê Sirri Sureya Onder, li Girtîgeha Îmraliyê ya Bûrsayê digel Abdullah Ocalan hevdîtin pêk anîn.
Li gorî nûçeya DÎHAyê, di vegerê de Sirri Sureya Onder daxuyaniyek da û ragihand ku Ocalan gotiye pêvajo çareseriyê ketiye qonaxeke ciddî û didome lê li ser “Pira Siratê” ye.
Onder her wiha destnîşan kir ku Ocalna gotiye, ligel hemû tengaviyan bi çi awayî dibe bila bibe rijd e li ser meşandina pêvajoyê.
Onder agahiyên zêde derheqê naveroka hevdîtinê neda.
Sirri Sureya Onder beriya niha bi hêceta ku tevlî xwepêşandanên havînê yên Parka Gezî bûye, ji nav şanda BDPê hatibû derxistin lê îro wek parlamenterê HDPê çû Îmraliyê.
Rudaw
