“Kesên kevir avêtine Konsulxaneya Îranê dê bêne cezakirin”
Duh înê, nêzîkî saet 4ê êvarê, çend xwepêşanderên ku xwepêşandanek li dijî bidarvekirina ciwanên Kurd li Îranê li ber Konsulxaneya Îranê li Hewlêrê lidarxistibûn û piraniya xwepêşanderan endamên partiyên Rojhilatê Kurdistanê bûn, Konsulxaneya Îranê dan ber keviran.
Peyamnêrê Rûdawê ku li cihê bûyerê amade bû, ragihand ku hejmarek xwepêşander berê xewpêşandanê guhartin û Konsulxaneya Îranê dan ber keviran.
Derbarê moleta xwepşandanê de, Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ku kopiyek jê ji Rûdawê re hatiye dibêje “Hejmarek rêxistinên civaka sivîl moletek pêşkêşî Parêzgeha Hewlêrê kirin ji bo ku çalakiyeke nerazîbûn roja înê 8/11/2013 li Parka Şaneder li dar bixin, Parêzgeha Hewlêrê jî ew daxwaz qebûl kir û molet da wan”.
Derbarê bûyerên ku piştî xwepêşandanê qewimîn de, Wezareta Navxwe ew bûyer wek “karên ne yasayî û têkder“ da zanîn û tevî şermezarkirinê, tekez kir ku “ew kesên ku ew kar kirine dê rûbirûyê cezayê yasayî bibin”.
Rudaw
