• Thursday, 12 February 2026
logo

Di 2 teqînan de li Bexdadê 16 serbaz hatin kuştin

Gulan Media November 9, 2013 Nûçe
Di 2 teqînan de li Bexdadê 16 serbaz hatin kuştin
Çavkaniyeke ewlekariya Îraqê ragihand ku duhî derengiya şevê 2 kesên xwekuj li hemberî binkeyek serbazî li devera Tarimiye ya li Bakurê Bexdadê xwe teqandin û di encam de 16 serbaz hatin kuştin û hejmarek din jî birîndar bûne.

Amaje bi wê yekê kir ku xwekujê yelem li hemberî deriyê binkeya serbazî xwe teqand û piştre xwekujê duyem jî di nava serbazên ku hatibûn hawara qurbaniyên teqînê xwe teqand.

Eve di demekê de ye ku roja Pêncşemê di 2 kiryarên tundûtîjiyan de li Bexdad û Enbarê 10 kes hatin kuştin û hejmarek din jî birîndar bûne.

Ji aliyekî din ve îro 8 bombe li hemberî 8 malên polîs û efserên deverê Duzxurmato hatine teqandin, lê ji bilî ziyana madî tu ziyanek canî rû ne daye.

Xendan
Top