• Thursday, 12 February 2026
logo

Li Hewlêrê li ber Konsulxaneya Îranê li dijî bidarvekirinê xwepêşandan hat kirin

Gulan Media November 8, 2013 Nûçe
Li Hewlêrê li ber Konsulxaneya Îranê li dijî bidarvekirinê xwepêşandan hat kirin
Li bajarê Hewlêrê li ber avahiya Konsulxaneya Îranê li dijî bidarvekirina kurdan ji aliyê rêjîma îslamî ve xwepêşandan hat sazkirin. Hat gotin, hinek xwepêşanderan avahiya konsulxanê dan ber keviran û ji ber vê yekê jî 2 kes hatine girtin.

Îro (08.11.2013) derdora saet 16:00 li ber avahiya Konsulxaneya Îranê li bajarê Hewlêrê, xwepêşandanek li dijî bidarvekirina kurdan ji aliyê rêjîma îslamî ya Îranê ve hat lidarxistin.

Di xwepêşandanê de ku pirranî alîgir û endamên partiyên Rojhilatê Kurdistanê beşdar bibûn, siloganên li dijî bidarvekirinê hatin gotin.

Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê, di nav xwepêşanderan hinek kesan avahiya konsulxanê dan ber keviran lê hêzên asayiş û polîs aloziya han kontrol kirin.

hat zanîn, 2 kesên ku mohleta xwepêşandanê li ser navên wan hatibû dayîn, ji aliyê hêzên polîs ve hatin girtin.

Rudaw
Top