• Thursday, 12 February 2026
logo

Kampa Şîraton a tûrîstî li Silêmaniyê bi yek milyar dolaran

Gulan Media November 8, 2013 Nûçe
Kampa Şîraton a tûrîstî li Silêmaniyê bi yek milyar dolaran
Îmad Ehmed cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, duhî roja 07.11.2013ê li bajarê Silêmaniyê, bi amdebûna Kameran Ehmed wezîrê avadankirin, Xisrew Kemal cîgirê wezîrê tûrîzmê yên hikûmeta Kurdistanê û Behroz Mihemed waliyê Silêmaniyê amade bûn, kevirê bingehîn bo pirojeyê kampa Şîraton a tûrîstî dana ku, ew pirojeyê dê ji aliyê sektora taybet bi budceya yek milyar dolaran bê cîbicî kirin.

Di merasimê de, cîgirê serokwezîrê Kurdistanê peyvek pêşkeş kir û tê de behsa giringiya qanûna sermayerazandinê a hikûmeta Kurdistanê kir û got ku, wê qanûn rê li pêşiya sermayedar, şirket û kompaniya, çi yên navxwe yan yên biyanî, vekriye ku, bi awayekî çalak beşdariyê di pirosesa avdankirin û pêşxistina aboriya herêma Kurdistanê de bikin.

Ehemd got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê gelek hêsankarîyan ji kompanî û sermayedatên sektora taybet re dike û wan teşwîq dike ku, bi awayekî berfireh digel hikûmeta herêma Kurdistanê, di warên cuda de, beşdariyê di aboriya Kurdistanê de bikin û bi vî awayî heta nuha li Silêmaniyê 225 pirojeyên di warên cihê de bi budceya 10 milyar dolaran hatîne cîbicî kirin.

Cîgirê serokê hikûmetê got ku, pirojeyê binyatdanan Kampa Şîraton ya tûrîstî li bajarê Silêmaniyê ji bona pêşxistina sektora tûrîzmê li herêma Kurdistanê û peydakirina derfetên karî bo hevwelatiyan pêngaveke giring e.

Kampa Şîraton a tûrîstî ji du hotelên 5 stêrk û 3 stêrk, çend avahiyên bazirganî, şuqe û xanî, xwarngeh, supermarket li ser rûberê 190 donem zevê bi yek milyar dolaran tê ava kirin.
Top