Nerazîbûna tund a Mehmûd Osman li hember sêdaredana Kurdan ji alîyê Îranê ve
Parlremanterê niha yê parlemana Iraqa federal û siyasetmedarê Başûrê Kurdistanê Mehmûd Osman li hember sêdaredana Kurdan ji alîyê komara îslamîya Îranê ve îro pêncşembe di pêgeha taybetîya xwe de di tora civakîya Facebookê de peyameke nerazîbûnê weşandîye û tê de bi tuned ew helwêst û kirdara hikûmeta Îranê li hember Kurdan û bi taybetî zîndanîyên siaysî şermezar dike.
Mehmûd Osman di peyama xwe de dibêje: ´´Ez bi tundî berdewambûna darvekiruna çalakvanên Kurd di Kurdistana Îranê de şermezar dikim, kiryarek ku dijî yasa û rêsayên mirovahiyê ye û bi wateya binpêkirina mafê mirv tê. Herwiha vê peyamê jî dide me ku rejîma Îranê qet li peya çareserkirina pirsa Kurd bi rêya aştiyane û siyasî nagere.´´
Osman herwiha di beşeke din a peyama xwe de ragihandiye: ´´Di demekê de ku em destxweşiyê dibêjin hemû gelê Kurd di her çar parçeyên Kurdistanê de bo berdewambûn li ser mehkûmkirina vê tawanê û girtina gireva nerazîbûnê, di hemen demê de daxwaz ji Serokkomarê Îranê, Hesen Rohanî dikin ku pêşî ji van cînayetan bigire û rê nede zarokên Kurdan were daliqandin. Nemaze Rohanî wusa xwe nîşanê civaka Îranê daye ku kesayetiyekî guhertinxwaz e û rêjeyek zaf ji dengê xelkê Kurdistanê di hilbijartina serokkomariyê de bidest xist.´´
Siyasetmedarê Kurd û parlemanterê parlemana Iraqê Mehmûd osman tekez jî dike: ´´Herwiha nabe civaka navnetewî derheq ev binpêkariya rejîma Îranê derheq mirovahiyê bêdeng be.´´
