• Thursday, 12 February 2026
logo

Serokwezîrê û Cîgirê Serokê Kurdistanê civiyan

Gulan Media November 6, 2013 Nûçe
Serokwezîrê û Cîgirê Serokê Kurdistanê civiyan
Serokwezîr û Cîgirê Serokê Kurdistanê îro li Hewlêrê civiyan.

Îro li Hewlêrê her yek ji Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokê Kurdistanê Kusret Resûl Elî bo giftûgo kirin li ser çend mijaran civiyan.

Di civînê de ku, Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî jî tê de beşdarbû behsa damezrandina hikûmeta nû ya Kurdistanê hate kirin û Cîgirê Serokê Kurdistanê hêvî xwest di demeke nizîk de hikûmeteke berfe ya nîştimanî were damezrandin.

Li hember de jî Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku, me dixwazên tevahiya part û aliyên beşdar li parlementoyê de, beşdariya hikûmetê bikin û ti aliyek mercên giran bo beşdarî kirina xwe di hikûmetê de pêşkêş neke.

Di beşeke din ya vê civîna han de behsa pejrandina qanûna hilbijartinan li parlementoya Îraqê de hate kirin û her du alî spasiya parlementerên Kurd yên li parlementoya Îraqê de kirin û tekez li ser vê yekê kirin ku, dibe hertim parlementerên Kurd li parlementoya Îraqê de bi vê awayî yek helwest û yek deng bin.

Di dawiya vê civîna han de serdana dawî ya Serokwezîrê Kurdistanê bo Tirkiyeyê jî hate nirxandin û her du alî tekez li ser vê yekê kirin ku, dibe em weke hikûmeta Kurdistanê bibin xwedan peywendiyên baş bi welatên cîranê xwe re.
Top