• Thursday, 12 February 2026
logo

YPG: Emê pêşketina xwe ber bi Girê Spî ve berdewam bikin

Gulan Media November 6, 2013 Nûçe
YPG: Emê pêşketina xwe ber bi Girê Spî ve berdewam bikin
Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên ser bi PYDê ve Rêdûr Xelîl ragihand ku piştî kontrolkirina navçeyên li derdora bajarê Serêkaniyê, hêzên wan dê pêşketina xwe ber bi bajarê Girê Spî ve berdewam bikin.

Rêdûr Xelîl ji ajansên nûçeyan re got “Heta grûpên radîkal li van navçeyan de hebin dê çavkaniya gef û metirsiyê bin li ser herêmên me”.

Xelîl diyar kir ku ew grûp ne ku paşve vekişiyane lê ew rastî şikestinê hatine.

YPGê duh di daxuyaniyekê de ragihand ku şervanên wan 21 gund û navendên li başûr û rojavayê bajarê Serêkaniyê ji bin kontrola çekdarên radîkal ên girêdayî Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAÎŞ) û Cebhet el-Nusra derxistin.

Di 27ê cotmehê de jî, YPGê deriyê Til Koçer yê sînorî û navçeyên li nêzîkî wê ji bin kontrola çekdarên DAÎŞê derxistibû.

Rudaw
Top