Parlemterên Kurdên Îzidî li dijî qanûna hilbijartinên Iraqê sikalayên xwe birine dadgeha federalî
Parlemanter Vîyan Dexîl endama parlemana Iraqê ya ser bi fraksiyona Hevpeymanîya Kurdistanî ve ku kurdeka Îzidî ye, ji PNA re ragihand:´´ piştî ewê ku seroaktîya parlemanê û çend lîstên siyasî mafên Îzidîyan nedan ku me daxwaza zêdekirina rêjeya kursîyên xwe (Îzidî) kir, ewe jî ji ber zêdebûna rêjeya hevwelatîyên Îzidî, ew daxwaza me red kirin û me jî kombûn baykot kir.´´
Vîyan Dexîl herwisa got:´´ ji ber guh negirtin ji daxwaza me, me sikalaya qanûnî li dijî qanûna hilbijartinan li dadgeha federal tomar kir, çimku bi şêweyeke dadperwerane ew proje nehate pesendkirin û bi yek çav temaşayê fraksiyonên siyasî nehate kirin û eger ev qanûn pesend jî be, ewe dadgeha federalî dê red bike û hilbijartin nahê encamdan.´´
