Şandina xwendekarên kurd bo Almaniyayê
Li gor nûçeya malpera fermîya hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de, Amanc Seîd rawêjkarê wezareta xwendina bala û lêkolînên zanistî di peyva xwe de behsa hevahengî û çalakiyên berdewam yên di navbera rêxistina Dad a Alamniyayê û wezareta xwandina bala û lêkolînên zanistî de kir û got ku, Rêxistina Dad a Almaniyayî tecrûbe û şaraziyeke baş di warê akademîk û zanistî de heye. Vê rêxistinê sudeke mezin gihanbdiye pirojeyên wezareta xwandina bala ew hevkarênsereke yên serxistina pirojetên wezareta xwandina bala ne, bi taybetî di warê pêkanîna hevahengiyê di navbera zanîngehên Kurdistanê û zanîngehên Almaniyayê de.
Rawêjkarê wezareta xwandina bala di berdewamiya axaftian xwe de got ku, rêxistina Dad gelek hêsankarî ji bo xwendekarên herêma Kurdistanê kiriye daku, li zanîngehên Almaniyayî bixwînin û hêvî kir ku, pirojeyên wê rêxistinê yên sala bêt jî xizmeteke mezin pêşkeşî wezareta xwandina bala bikin.
Her di civînê de, berprisa ofîsa Hewlêrê ya rêxistina Dad behsa pirojeyên xwe yên nû kir û got ku, di pirojeyên sala nû de dê rêxistina Dad hijmareke xwendekarên kurd ji herêma Kurdistanê, ji bona wergirtina diplomayên bilind, li ser budceya rêxistina xwe bişîne Almaniyayê û li zanîngehên wê berdewamiyê bi xwandina xwe bidin.
