• Thursday, 12 February 2026
logo

Wezîrê derveyê Siûdîye daxwaz ji Îranê dike dest ji Surîyê berde

Gulan Media November 5, 2013 Nûçe
Wezîrê derveyê Siûdîye daxwaz ji Îranê dike dest ji Surîyê berde
Wezîrê derveyê Erebistana Siûdîyê emîr Siûd Feysel daxwaz ji Îranê dike dest ji Surîyê berde û got:´´ Tehran alîkarîya Beşar Esed dide bo lêdana gelê Surîyê.


Di kongreyeke rojnamevanî de li gel wezîrê derveyê Amerîkayê John Kerry li Riyaz a paytextê Erebistana Siûdîyê, wezîrê derveyê evî welatî emîr Siûd Feysel got:´´ em guftûgo dikin sebaret bi dawî anîna bi şerê Surîyê.´´

Wezîrê derveyê Siûdîyê herwisa got:´´ nabe rêkevtin bi bê beşdarî û hevpeymanîtî li gel opozisiyona Surîyê be û pêywîste her çi zû ye Esed evê kuştinê bisekinîne.´´
Top