Rewşa Ayşa Gokkan gelek aloze
Zêdetir ji 7 rojane Seroka Şaredariya Nusêbînê Ayşa Gokkan li dijî çê kirina dîwaran di navbera Bakûr û Rojavayê Kurdistanê de li ser sînor dest bi grevê kiriye.
Her çend rewşa hawîrdor û demsalê jî sar û zeqem be lê Seroka Şaredariya Nusêbînê greva xwe di domîne û ragehandiye ku, heta dilopa dawîn ya xwîna xwe vê grevê bidomîne.
Ji aliyeke din ve jî hin alî û derdor serdana Ayşa Gokkan dikin û dibêjin rewşa vê ya tendirustî gelek aloze.
