• Thursday, 12 February 2026
logo

Amerîka spasiya Barzanî û berpirsên Îraqê dike

Gulan Media November 5, 2013 Nûçe
Amerîka spasiya Barzanî û berpirsên Îraqê dike
Jiber pesend kirina qanûna hilbijartinan hikûmeta Amerîkayê spasiya Serok Barzanî û rayedarên Îraqê dike.

Di vê derbarê de Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Biden ragehand ku, îdareya Amerîkayê li hember pesend kirina qanûna hilbijartinan li parlementoya Îraqê de gelek kêfxweşe.

Di daxuyaniyekî de ku, ji aliyê nivîsgeha Cîgirê Serokê Amerîkayê ve hatiye belavkirin, Biden eşkere kiriye ku, pesend kirina qanûna hilbijartinan gelek girîn e û bandoreke baş li ser rewşa siyasiya Îraqê dike lewre em weke Amerîkayê spasiya Barzanî, Malikî û Nocêfî dikin ku, karîn e bi hewldanên xwe derfet bo lihev kirina aliyên siyasî li ser vê proje qanûna han xweş bikin.
Top