• Thursday, 12 February 2026
logo

Îranê zîndnaîyê siaysîyê Kurd Şêrko Mearifî li sêdare da

Gulan Media November 4, 2013 Nûçe
Îranê  zîndnaîyê siaysîyê Kurd Şêrko Mearifî li sêdare da
Li gor raportên gihîjtî yên ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve, hikûmeta komara îslamîya Îranê ´´Şêrko Mearifî´´ zîndanîyê siyasî yê Kurd xelkê bajarê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê îro danê sibehî li zîndana bajarê Seqiz hatiye sêdaredan. Eve sêyemîn zîndanîyê siyasî yê Kurde ku di maweya du heftiya de ji alîyê Îranê ve hatine sêdaredan.


Şêrko Mearifî zindanîyê siyasîyê Kurd di sala 2008 li ser sînorê navbera Herêma Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê bi destê hêzên ewlehîyên Îranê ve hate girtin û tohmeta endambûn di rêkxistinên partîyên Kurdî yên Rojhiulatê Kurdistanê yên opozisiyona komara îslamî de bi ser de hate sepandin.

Şêrko Mearifî di jêr îşkenceya hêzên ewlehîyê de danpêdan li ser ahtin wergirtin û ji alîyê dadgeha Îranê ve bêyî proseya dadwerîyê û bê parêzer di dema dadgehkirinê de û di demeke gelek kêm de bi tohmeta dijayetîkirina xoda û mufsidbûnê û endambûn di rêkxistineke Kurdîya dijberê komara îslamîya Îranê de biryara sêdaredanê bi ser de hate sepandin. Şêrko Mearifî bi xwe û paştir jî parêzerên wî ku malbata wî jê re amde kiribûn, daxwaza bexşînê û dubare dadgehkirinê kiribûn, lê daxwaza wan hatibû redkirin.

Xelîl Behramîyan û Seîd Şêxî her du parêzerên Şêrko Mearifî li gel amajedan bi ewê çendê ku ew bi hîç şêweyî agahdarî sêdaredanê nebûne, di heman demê de ew karê komara îslamîya Îranê bi neqanûnî û dijî proseya mafevanîya cîhanî û heta dijî proseya dadwerî û mafevanîya komara îslamîya Îranê jî bi nav kirin.

Li gor nûçeyeka BBC jî, piştî belavbûna dengoya sêdaredaa evê zîndanîyê siaysîyê Kurd, çendîn çalakvan bo nîşandana nerazîbûnê li berdem zîndana navendîya Seqizê kom bûne û herwisa zîndanîyên benda siyasîya Seqizê jî dengê nerazîbûnê bilind kirine.

Herwiha paştir malbata Şêrko Mearifî bo wergirtina termê kurê xwe serdana nexweşxaneya Bane kirine ku termê wî ji alîyê berpirsên zîndanê ve bo wê derê hatibû veguhastin.

Li gor kempîna navdewletîya mafên mirov li Îranê, di maweya sala 2013 de heta niha ji alîyê desthilatdarên Îranê ve bi aşkira 402 kes hatine sêdaredan ku 53 haletên sêdaredanê di cihên giştî û li ser cadeyan hatiye encamdan.

Kempîna navdewletîya mafên mirov li Îranê herwiha rexne sebaret bi rewşa sêdaredanê û neguherîna siyaseta komara îslamî di evê bareyê de piştî hatine ser kar a hikûmeta nû girtiye.

Di heftiya bihorî jî de 2 zîndanîyên siaysîyên Kurd bi navên ´´Hebîbullah Gulperîpûr´´ û ´´Reza Îsmaîlî´´ ji alîyê komara îslamîya Îranê ve hatine sêdaredan.
Top