Di encama du teqînan li Riyazê de 9 polîs hatin kuştin
Duh çavkaniyên ewlekarî yên li bajarokê Riyazê ya li Başûrê Rojavayê Kerkûkê de du terorîst xwe di nava navendeke polîsan de teqandine û di encam de 9 polîs canê xwe ji dest dane û hijmareke din jî birîndar bûne.
Çavkaniyên han eşkere kirin ku, jiber xedarbûna birîna hinek ji birîndaran tê payîn ku, hijmara miriyan hîn zêdetir bibe.
