Heyeteke Mesîhî serdana Mezara Nemiran kir
Îro heyeteke oldarên Mesîhî yên deşta Neynewayê bi Serokatiya Metran Mûsa Şemanî serdana Mezara Nemiran ya li Barzanê kir û ji aliyê nunerê Serok Barzanî Xelat Barzanî ve hate pêşwazîkirin.
Piştî merasima pêşwaziyê heyet deste golek li ser Mezarê danî û piştî merasima rêz girtinê Serokê heyetê û çend endamên din yên vê heyetê çend peyv pêşkêş kirin û behsa rol û têkoşîna Nemiran kirin û rola wan bi roleke girîng û dîrokî wesif kirin.
