Dîroka hilbijartinên parlementoya Îraqê hate diyar kirin
Duh bi fermaneke Serokkomarê, Cîgirê Serokkomarê Îraqê dîroka hilbijartinên parlementoya Îraqê diyar kir.
Li gor daxuyaniya dîwana Serokatiya Komar ya Îraqê biryare di roja 30 meha Nîsana sala 2014an de hilbijartinên parlementoya Îraqê werin encamdan.
