Greva ayşa gokkan berdewame
Beriya çend roja Seroka Şaredariya Nusêbînê ya li parêzgeha Mêrdînê Ayşe Gokkan bi mebesta şermezar kirina çê kirina dîwarê ya li di navbera Bakûr û Rojawayê Kurdistanê de bi tenê dest bi greva birçîbûnê kiribû.
Gokkan ew çend roje bi tenê xwe greva xwe ya li dijî çê kirina dîwarê didomîne û roj bi roj jî piştgîrî kirin ji Ayşe Gokkan li Bakûrê Kurdistanê de berfire dibe.
Hêjayê gotinê ye ku , ew demeke hikûmeta Tirkiyeyê li ser sînorên xwe yên bi Sûriyayê re ango di navbera Bakûr û Rojavayê Kurdistanê de dest bi çê kirina dîwaran kiriye û ji wan re dibêje dîwarên ewlekarî lêbelê Kurd jî ji wan re dibêjin dîwarên şermê.
