Heyeteke NY serdana Fermandariya Zirêvanî kir
Îro heyeteke NY bi Serokatiya berpirsê nivîsgeha hevkarî kirina Îraqê ya NY serdana Fermandariya hêzên Zirêvanî kir û ji aliyê Fermandarê hêzên han Jeneral Ezîz Weyisî ve hate pêşwazîkirin.
Di destpêka civînê de heyeta NY spasiya hêzên Zirêvanî kir boku, karîne heta niha bi başî ewlekariya Kurdistan û derdorê biparêzin.
Heyeta NY behsa rola hêzên Zirêvanî di parastina ewlekariya Penaberên Sûriyayê jî kir û ew rola han bi roleke girîng û serkeftî wesif kir û destxweşiya hêzên Zirêvanî kir.
